Yara Min
Yara Min
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:04 Dîtin: 99

Yara Min

 

Yarê li min kirî gazin

Dibê nayê min naxwazin

Nizane ez belengaz im

Yara min yar yar.

 

Navê yara min şîrîn e

Gulistana dil bixwîne

Bi çar rengî bixemlîne

Yar yar …

 

Yarê Dîcle keziyê te ye

Çiyayê Zagros xemla te ye

Amediye dilê te ye

Yara min yar yar…

 

Yara min gerdena zerî

Çavên reş birû qemerî

Temeziya kesk û zerî

Yar yar…

 

Çemê Ferat guliyê te ye

Bircên Amed bejna te ye

Sonda min ji te re heye

Yara min yar yar.

 

Yara min tu jîr û zana

Bêrîvanî li Zozanan

Nebe nêçîra nezanan

Yar yar…

 

Ez ê bême te bixwazim

Bi qêrîn û bi awaz im

Ji bo te ez teyrê baz im

Yara min yar yar…

 

Xakî Bîngol...16.05.2008

 

Ji pirtûka "Yara Dema Kulîlkan"