Siya Darê
Siya Darê
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:12 Dîtin: 189

Siya darê

 

Siya dana êvarê 

Çi xweş li bejna te tê

Bêhna şîrê sebiyan 

Ji deşta singa te tê

 

Li ser eniya gewherî

Dolbendeka sê rengî

Di herdû çavên reş da

Xem û xeyalên wenda

 

Li siya dara bî yê

Xwe sipastî hêviyê

Dibarîne ji çavên dil

Hêsirên tenêtiyê.

 

Dilo dibê dilorîne

Riknê darê dihejîne

Bi dengê lorînê re

Dar pelan diweşîne

 

Xakî Bîngol 12.10.13