Çemê Mûradê
Çemê Mûradê
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:12 Dîtin: 237

Çemê Mûradê

 

Wusa bi rehm û şifqete

Tu wextan ji hev naqete

Bi gilî û bi gazine

Tenê ye çemê Mûradê

 

Havînê sekan bê denge

Payîzê bi pêl û renge

Bê rawestan dike cenge

Xemgîne çemê Mûradê

 

Zivistanê çîl sipî ye

Wekî bûka li zeyî ye

Li dorê dar û devî ye

Sêwî ye çemê Mûradê

 

Biharê tim serhildêre

Diherike ber bi jêre

Bi temaşe û bi sêre

Tenê ye çemê Mûradê

 

Xakî Bîngol