Ey Delal
Ey Delal
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:08 Dîtin: 107

Ey Delal,

Ka sitranek bilorîne !

Bila bi hêrs û kela dilê bindestiyê,

Bi meqamê tîbûyina serxwebûnê,

Bi dûrişmeya li ser lêvên Leyla Qasim,

Ji kozîg û parastgeha xaka pîroz,

Navê jinxasan,

Ji strana xwe biawazîne...

Ey Delal,

Ji min re tabloyekî bixêzîne !

Di binê birûyên qemerî de,

Cot çavên reşbelek,

Gerdeneke zirav û dirêj,

Hinarikên Xwedawendî,

Awirên kelandî,

Û unîformayeke,

Ji temenekî ciwan,

Ê nozdeh salî re,

Li ser bejna zirav û dirêj,

Ku Ala Kurdistanê lê nexşîne,

Ji firçeya destê xwe biafirîne..

Ey Delal,

Firçeya xwe nazik û nazenîn bixebitîne,

Bedewiya Nîgarê jê biafirîne !

Du heb destên biçûk

Û albumeke şehîdan tê de bixemilîne

Û navê Nigar Hisên,

Li kêleka navê Dr. Qasimlo,

Bi tîpên zêrîn binivisîne,

Hemî çem û rûbarên welatekî wenda,

Di tabloya xwe de biherikîne,

Da ku,

Agirê dilê dayika Nîgarê vemirîne ey Delal...

 

(Ji bona Şehîd Nîgar Hisên, ku ji Rojhilatê Welêt bû û li Kerkûkê tev li refên şehîdan bû)

Xakî Bîngol 10. 09. 2014