Şev
Şev
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:06 Dîtin: 111

Şev

Şev xemilandî ye

Berbang hîn raza ye

Du guliyên hûnayî

Li piştê alyaye.

 

Hîna bi hêsir in du çavên reşîn

Hîna giranin du zimanên şîrîn.

 

Şev  bi hîvê hesya

Bi şewqa wê mijya

Du lêvên sorxwînî

Li gerdenê gerya.

 

Bajêr tevliheve kolan bi Xof e

Du dest li sûkê du sêv li zikrê ne.

 

Xakî Bîngol