Şeva Tarî.
Şeva Tarî.
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 9:56 Dîtin: 102

Şeva Tarî.

 

Ev çi şeveke reş û tarî

Baranek hûr hûr dibarî

Li min bike tu sitarî

Min himbêz ke bi kubarî

 

Hilde jor xêliya sorî

Eniya gewher ya bi morî

Bikene bi wan çavên ronî 

Bide min guliyên sorî

 

Min bavêje ber çemê jorîn

Azad bikin em dilê xemgîn

Li binê baranê xweşe evîn

Em ê bikin îşev şevîn 

 

Em ê vekin deriyê derdan

Bişkênin kilît û qeydan

Derkin birînan bi serda

Bila xwîn bikşe bi çem da

 

Xakî Bîngol