Payîza îsal.
Payîza îsal.
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 9:54 Dîtin: 115

Payîza îsal.

 

Di vê payiza îsalîn de

Pelên xwe bi ser xwe

Û te de,

Bi dilşadî diweşînim.

 

Dibim erda sar, 

Dibim xunav

Li ser pelan xwe diçilmisînim

Dibim ax xwe li binê lingên evînê radixînim.

 

Di vê payîza pelweşîn de

Xwe li binê baskên te

Li binê zar û zimanê te 

Bi pelên zer dinixwîmînim.

 

Di vê payîza rengîn de

Di vê demsala evînî de 

Te di xewna xwe de dixemilînim

Te di reşikiya çavên xwe de dixilmaşînim.

 

Di vê demsala rengîn de

Keziyên te bi pêçîkên narînî dihûnim

Û xwe li ber, bi stûxwarî dilivînim.

 

Vê demsalê ji bo te diwelidînim

Navê te li ser pelên weşyayî dineqişînim

Xwe bi qurbana demê dikim û ji te re diyarî dişînim. 

Xakî Bîngol