Ez û Tu
Ez û Tu
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:03 Dîtin: 111

Ez û ez.

 

Em du baskên şikestî bûn,

Li qefa çiyakî xalî,

Li ser bistiyê dara biyê, bê hêlîn...

 

Du stêrk bûn em,

Li keskahiya li jorî xwe,

Li hêviya berbangê...

 

Bistî şikest,

Berbang xeyidî

Û

Em şemitîn Heryek li hêlekî...

 

Xakî Bîngol