Bêje Xwengê
Bêje Xwengê
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 9:52 Dîtin: 85

Bêje Xwegê-#Helebçe

 

Bêje Xwengê bêje

Dengê xwe diyarî kêlên birînan bike.

Ji hêlekî ve bilorîne

Û ji hêlekî ve jî

Ji mêrga dilê min

Gul û beybûnan biçine.

 

Derkeve serê geliyê Zîlanê

Bi sura sibehê re,

Bi dengê qebeqeba Kewan re,

Bi ser meytên bê kêlik,

Bi ser qebr û gorên bê nav de bireşîne…

 

Reşa xwe veneke xwengê

Dengê lorîna xwe bi meqamê

“Hey hewar” bixemilîne

Û berê xwe bide Helebçe.

 

Lingên xwe bimaqûlî bilivîne Xwengê

Ew der tev… de Gorostanin.

Li ber kevirekî şîngirêdayî

Qevdek gulên sor daçikîne.

Rûyên pelan yek bi yek

Bi şewata dilê xwe ramûsîne.

 

Vegere ber bi çiyê ve

Ber bi Şengalê ve bilezîne

Dengê xwe di gewriya xwe de bifetisîne

Guhên dunyayê bi hêrsa dilê xwe biteqîne.

 

Xêliya sor ji ser Lalîşa nûranî hilîne

Porê xwe bi qubbe û mexberan bitewafîne

Gulên xwe li ber dîwarê Xwedê deyne

Û heftê û çar hêsiran bi ser de bibarîne

Da ku di gola hêsrên te de zulmê bixeniqîne. 

 

Xakî Bîngol