Makale

Çar parçe

Xakî Bîngol 326 Okunma

Baskên min li ser birînê çar parçe ne.

Yek dinale,

Yê din lê vedigerîne.

 

Parçeyek ez, parçeyek tu

Û du parçe jî hawara min û te.

 

Baskên min li çar parçeyan,

Parçe parçe ne

Ji her seriyek awazek.

 

Baskên min,

Li vê sedsalê hîna birîn e,

Hinek ez, hinek tu û hinek jî

Xuşk û birayên min û te.! 

 

Xakî Bîngol

Yorum