Ez, Tu û Şev
Ez, Tu û Şev
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:02 Dîtin: 118

Ez, Tu û Şev

 

Şev tavheyvî ye

Tarî ez im...

Demsal payîze

Zivistan ez im...

 

Bîranîn mêvan

Malovan ez im îşev...

 

Awirek ji reşbelekiya çavên te

Kenek ji kubariya hinarikên te

Ramûsanek ji lêv û bingerdena te

Hinek pêhna porê te

Û salawextek ji temenê min

Ê wenda

Xwe li ramanên westiyayî pêçane...

 

Eger destûra şevê hebe

Eger pelên demsalê hîna zer bin

Û eger dil bi pûkê nenixume

Ez ê bi destên bîranînan bigrim

Li stargeha sînga xwe peya bikim...

 

Awirên çavên te kil bikim

Kenên kubariya te xêlî bikim

Gerdena te bi morî bikim

Porê te bi gulî bikim

Û temenê xwe bi gorî bikim...

 

Bila bi qidûmên şikestî

Li kolanên dilê min

Ê rûxandî şînê bikin.

Xakî Bîngöl