Demsal
Demsal
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 9:59 Dîtin: 96

Demsal.

 

Birêjên darên biyê

Li ser kokên xwe,

Li hêviya biharê xemilîne.

 

Demsal Bagere yarê.

Min bistiyên xwe li ber çokên te şikênand.

Min pelên xwe di ramûsanên te de weşand.

Min stuyê ciwaniya xwe li ser sînga te şikênand.

 

Demsal zivistane yarê

Min emrê xwe li xerîbiyê qerisand

Min hêsirên xwe li ser lêvên xwe keland.

 

Min te ji xwe re,

Li rûpelên pirtûkên pîroz neqişand.

Min  xwe û te ji siberojê re hiland. 

 

Xakî Bîngol