Xatir naxwazim

Şev te nêzîkî min dike beybûna li bistiyê min
Di kefa destên te de dilê min ji nû ve şax dide.
Li ser dilê min kenên te direqisin.
Awirên te,
ji sekna mêrxasiyê hez dikin.
Mirina min ji destê dûriya te ye yarê.
Tu pela li dara min,
Payiza li demsala min î.
Ez baskim li ser pêsîrên te,
Di şevên reştarî de,
Tu masîkî perbelek î,
Li delavên çavên min...
Şev ji tava hîvê xatir naxwaze,
Ji hêviyê hêvî dike ku;
Wê dîsa bi hev şa bibin.
Ez jî ji lêvên berbangê xatir nxwazim,
Dizanim wê dîsa bibe sibeh...
Xakî Bîngol