Tu hebû
Tu hebû
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:05 Dîtin: 86

Tu hebû

 

Min du çav hebûn

Dema te didîtin

Roj derdiket

Dibû ronahî.

 

Min awir hebûn

Dema te lê vedida

Dibûn hespên seglavî

Dizgîn ji dest berdidan.

 

Min xem û kul hebûn

Wexta dil te didît

Dibû aşê avê

Hêdî hêdî dihêra.

 

Mim du dest hebûn

Dema tu dahat

Diliviyan li dor alî

Dema tu diçû diqerisîn.

 

Min Tu hebû

Di demsala payizê de

Wexta pelweşanê

Beriya goristanê.

 

Xakî Bîngol