Gotar

Rêwî

Xakî Bîngol 233 Xwendin

Rêwî

 

Kil dikşîne bijangên şevê,

Du pêçîkên xeşîm.

Asê mane,

Di berbangê de du stêrk,

Sêwî û stûxwar.

 

Du cehniyên qemer dibezin,

Bê hevsar, bê zîn.

Esmere deşt,

Li ber sînga çiya tehzî.

 

Xalîne Rê û Şiverê.

Cotek çavên kesk,

Di himbêza xewê de xilmaş. 

 

Deşta esmerîn mêrxasiya çiya,

Stêrk û berbang tîrêjên rojê

Û herdû çavên kesk rêya te dipên.

 

Xakî Bîngol

Şîrove