Gotar

Evîn

Xakî Bîngol 607 Xwendin

Evîn

 

Nêrîneke bedew e evîn

Di çavên Bavê Te û min de.

Êşêke xemgîn û reşgirêdane

Li dolbenda dayika min û Te

 

Baskên du kevokan e evîn

Hinek mîna te,

Hinek mîna dilê xuşka min

Bi ken û bi girî.

 

Eger daweribî ser çoka te

Hêsreke kelandî rojekî 

Di neqeba sînga min de

Li dengê xwe bigere.

 

Xakî Bîngol

Şîrove