Article

Lêvên min

Xakî Bîngol 294 Reading

Kirasekî sipî li bejna xwe alandiye şevê.

Kesk e asîman, çîk sayî.

Bê gem e, bê zîn û kumêt

Kihêliya xwe direqisîne bi çar nalan ve...

 

Sipî ye xweza, ronî ye kolan.

Li ser sînga min bêhna te,

Li dû şopa piyên te dengê min,

Li ser lêvên min navê te.

Xakî Bîngol.

Comment