Dilo Bêje
Dilo Bêje
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:09 Dîtin: 97

Dilo Bêje

 

Sibe zû berbang ronî ye

Dilê min kon vegirtî ye

Niza ji kê re xemilî ye

Derî ji kê re vekirî ye.

 

Roj derket ji rojhelatê

Çiya çi xweş li deştê tê

Tîrêjan dilê min keland

Nizanim li bejna kê tê.

 

Dilo bêje tu çi dixwazî

Ewqasî li min bi nazî

Li kolanan bi awazî

Dizanim tu belengazî.

 

Sibe zû berbang tehzî ye

Li hêlînê cemidî ye

Bê yar bê evîn bê cî ye

Ji min jî dil xeyidî ye..

Xakî Bîngol

11 07 11