Demsal
Demsal
Dema weşanê: Adar 21, 2023, 10:09 Dîtin: 101

Demsal 

Baharê kesk û hêşîn im

Bi deşt û zozan û jîn im

Li mêrg, zevî û bêderan

Ked û zadê direşîn im

**********

Havînê tav û tîrêj im

Li hêşa konan dengbêj im

Bi awaz û jan û êş im

Dilê evîndar dipêj im

**********

Payizan pelên zerîn im

Cîh û war diguherîn im

Desmalên zer û morîn im

Rûyê keçan dikenîn im

**********

Zivistanê har û dîn im

Wekî Zagrosê birîn im

Deşta Mûşê dinalîn im 

Kurdistana dêm rengîn im 

 

Xakî Bîngol 09.03.2015